Rovî u Şêr Masalı - Kürtçe Bilgi

Rovî u Şêr Masalı

Rovî u Şêr Masalı

Rojek ji rojan serokê daristanê, kekê sêr nexwes dikeve. Heywanatên daristanê hemû diçine zîyareta wî. Gur jî dikeve rê hêdî hêdî dimese ber bi qesra sêr diçe. Rê de rastî rovî tê. Gur dibêjî:
-Birayê rovî tu nayê em herin serêdana kekê sêr. Çawa ku tu jî zanî kekê sêr nexwes e?
Rovî got:
-Ma lawo sêr kurê bavê xwe. Ez jî kurê bavê xwe. Ezê çima biçime ser wî?
Di navbera rovî û gur de ev axaftina derbas bû. Dûv re ji hevûdu qetîyan. Gur çu qesra sêr. Rovî jî di aliyekî din ve mesîya. Dema gur çû nav civata sêr, civak silav kir çû destê sêr ramûsî û got:
– Serokê me; çawa me bihîst ku tu nexwes î em hemû hatin ziyareta te, lêbelê dema ez dihatim vira, bi rê de ez rastê rovî hatim. Min wezîyet jê re got, ku em bi heûdu re bên cem te. Lêbelê ewî ji te re da çêra û got:” Ew kurê bavê xwe, ez jî kurê bavê xwe. Ezê çira herim ziyareta wî?”
Hêrsa sêr hat. Bi hiddet got:
– Dema ku ez rehet bibim, ezê hestîyê wî biskênim.Ewê ji min re bê vira!
Di navberê de mehek û çend roj derbas bûn, rovî derket hat. Rê de çend mirovan jê re gotin ku gur çûye fesadîya wî li cem sêr kiriye. Sêr jî sond xwarîye ku rovî vegere, wê “hestîyê wî biskêne. Nav civakê de wî rezîl û ruswa bike.” Dema ku rovî ev bûyer û ew gotin bihîst, hêdî hêdî ber bi qesra sêr çû. Dêrî kuta û kete hundir. Civak silav kir, sêr bi se^re poz silava wî vegerand û got:
– Ji xwe re li wê jêrê rûne.Ka heya niha tu li kûderê bûyî?
Rovî li ser çokê xwe rûnist, bi melûlî dest bi axaftina xwe kir û got:
– Kekê sêr! Serokê min! Ruhê min! Ez Qurban! Ka qe tu li halê min napirsî? Hingî tu nexwesî ez çûme ji te re li doxtora û hekîma û Loqmanan geriyam. Ji bo dermanekî ji te re bibînim. Ji ber vê gerê dezîyên pêyên min qetîyan, ez mirim, pêrîsan bûm.
Sêr bi hêrs got:
-Ger wusan e ka dermanê te? Te çima derman nedît?
Rovî got:
– Ez heyran! Doxtor û hekîmên vî welatî neman ez lê gerîyam. Lê ez li hekîmekî pirr bas rast hatim. Nexwesîya te min jê re got. Min xwe avête dest û pêyê wî, ji bo ku dermanekî ji nexwesîya te ra çê bike.
Sêr bi hêrse hêrs qîr kir:
– Lawo tu çima virra dikî? Madem wusan e ka dermanê te?
Rovî:
– Ez xulam! Hêrs mebe ku ez ji te re bûyerê sîrove bikim. Ewî hekîmî got; ku hûn kapê gursaxe sax derxînin û laçikê derbas kin, bidne nexwes hema wê demê wê rehet be.
Wexta gur ev gotin bihîst hêz da xwe ku rabe. Mîrata hirçê wek qesabekî bêînsaf lekmek li nav çavê gur xist anî nav erasa meydanê. Çîpa gur bi xwînê girt pêda sor kir. Bû tîrqe tîrqa rovî kenîya û got:
– Gîzmesor! Kurê kerê tu îxbara min dikî? Dawîya muxbîra û fesadan ev e, ha ha!..
Gur jî kûre kûr dinaliya û digiriya. Hirçê û heywanên din kapê gur hûr hûr kirin û laçikê re derbas kirin, dane sêr. Ku sêr ew dermana vexwar pê re rehet bû. Li ser vê yekê sêr û heywanatên din ji rovî re digotin:”Apê rovî.” Jê re hurmet dikirin.
Çend roj sûn de, sêr li seyrangehê ji xwe re digeriya. Mêze kir ku “Apê rovî” ji wê de ber bi wî ve tê. Rovî hat sêr silav kir. Sêr silava wî bi dilsadî vegerand û jê pirs kir:
– Apê min î delal, wuha xêr e, tu bi kû de dimesî?
Rovî:
– Welleh birazî! Ezê herime gundê han. Hinek deynê min ser mirovekî ye, ku ez jê bistînim, dibe ku ji zarokên xwe re bidim kel pel.
Sêr:
– Ger destûra te hebe ezê jî bi te re bêm. Hem bîhna min jî derdikeve, tu jî tenê namînî…
Rovî:
– Birazî bi te nebe zehmet, ez dikarim bi tenê herim.
Sêr lavayê apê rovî kir ewî ji daxwazya biraziyê xwe neskênand. Bi hev re mesîyan ber bi wî gundî çûn. Xêleke rê de çûn. Rêya wan kete çiyakî. Derketin ser çiyê. Rovî çû ser çavkanîyekê lekmê xwe sil kir û li ser çavê xwe bir û anî. Wek ku hêstira dirêjîne. Xiste pirme pirm û giriya. Sêr bala xwe dayê ku Apê rovî digrî, meraq kir, got:
– Apê minê delal! Xwedê xêr ke tu ji bo çi wer digrî?
Rovî pirme pirm xwe bêhtir zêde kir û got:
– Aaaxx kurê min aaaxx! Qe nepirse? Kula min vegere!
Sêr lava kir, rica kir ka ji bo çi digrî, ku jê re bêje. Rovî dîsa axe ax kir û got:
– Kurê min î delal! Ez û bavê te yî rehmetî em di xortaniya xwe de dihatin vira digeriyan. Bavê te yî rehmetî ser van birrekên han re çindik çindik dileyîst, ser re baz dida. Ew roj hatin bîra min. Li ser vê dilê min sewitî, ez giriyam.
Sêr got:
– Apê hêja! Tu xeman neke, sayîsa neksîne. Ma bavê min ê rehmetî îro tune va dewsa wî de ez heme. Qey ez nikarim wek wî bileyzim û di ser birrekan re baz dim.
Ku sêr wuha got û çû di ser birrekan re baz da û vegerîya hat got:
-Apê delal! Çawa ye? Qe disibihime bavê xwe yî rehmetî yan na?
Rovî got:
– Na kurê min na! Kes naghêje rehmetî. Ew tewrek din bû.
Dîsa sêr bi hêrs çû ser qeya û di ser birreka re baz da û leyîst, meydan avêt hat û got:
Apo vê carê çawa ye? Wek bavê min î rehmetî ya ne wilo?
Rovî:
– Êhh, kurê min hinek disibihe rehmetî. Lê ne wek wî ye! “Sûna sêra nagre kundê dêra!”
Sêr bêhtir hêrs bî î çû. Vî alî, wî alî baz da ser birrekan re xwe avêt û leyîst. Lê navbera du heb birrekan gellek fireh bû. Dema ku sêr ser wan re baz da, pêyê wî semitî û newala kûr de firiya heya ku hat erdê ket. Pista wî li kevirekî ket û bi heft ciya sikest. Rovî dît ku sêr ket û nikare rabe. Hate cem û li pist vî sekinî. Sêr fehm kir ku rovî ew xiste dafikê. Xiste nale nal û got:
– Apê min ê sêrîn! Ez dizanim ku xêra min tune. Ezê bimrim. Lê qencîyên te pirr gihîstine min. Ez wan qencîyan nikarim bîrve bikim. Ji bo wan qencîyên te ka hela tu qasekî pês de were, ez herdu çavên te yên resbelek ramûsim. Bila ew kesera te jî di dilê min de nemîne. Pasê ezê bi dilekî rihetî bimrim. Bila gostê min jî ji apê min re xwes helal be.
Rovî dizanîbû ku here pêsîya sêr wê lêxe bikuje. Bi dilekî sewat got:
– Na kurê min na! Min bavê te yê rehmetî jî ji dawiyê ve xwar.
Pasê pist ve sekinî û bi dilekî rehet hêdî hêdî dest bi xwarina xwe kir…



ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ