Xezalok u Delalok Masalı - Kürtçe Bilgi

Xezalok u Delalok Masalı

Xezalok u Delalok Masalı

Hebu tunebu carek ji caran rehmel li dê û bavên guhdaran . Bizinekî hebû hamile bu, xwedê cêwikek dayê. Bizinê navê yekî kir Xezalok û navê yê din jî kir Delalok. Dayika wan wa êxist mal de û ji wan re got; Ezê biçim çêrê heta ez werim ji kesekî re derî venekin. Dema ez pepikê xwe nişa we bikim derî ji min re vekin. Heger ez pepikên xwe nişa we nekim ji kesekî re derî venekin. Bizin radibe ser xwe û diçe çêrê gurî jî pê dihesê û tê mala wan, derî dide. Xezalok dibêje; ka pepikê xwe nişa me bike. Gurî pepikê xwe nîşa wan dike. Xezalok dibêje ev diya me ye Delalok dibêje na ev ne diya meye. Xezalok dibêje ka binêre eve pepikên xwe jî nişa me dike. Delalok dibêje welle ev ne diya meye lê Xezalok dibeze diçe derî vedike. Çawa diçe derî vedike gurî dikeve hundir û tê her du kan li ser hev dixwe. Xezalokê jî dixwe û delalokê jî dixwe. Gurî derî li pişt xwe dide û ji mala wan diçe. Diya wan tê li ber derî, derî dide tu kes derî venake. Dibêjê :

Xezalok delalok derî ji dayika xwe veke

Şîr hatiye guhana giya ma li ber didana

Welle pêşî dibêjê lê kesek derî venake. Radibe li ser xwe boçekî li derî dide. Derî diçe serê malê. Dinêre ne xezalok û ne jî delalok. dibêjê cîranên xwe kî Xezalok û Delaloka min xwariye. Ciranên wî dibêjin welle gurî hatiye xwariye. Bizin diçe li ser banê gurî dim dim dike û gurî jî dibêje;

Ew ki ye li ser banê min dim dim dikê

Jina min hevir dikê, kurê min tıtınê dikê

Pirkamin nexşê çêdikê, ez jî guhê xwe bidim,

Bizin dibêjê ; Ezim li ser banê te dim dim dikim. Te Xezaloka min û Delaloka min xwariye gurî dibêje; min nexwariye. Bizin dibêje ne xwe were em biçin bo Mele Silêman radibin ser xwe diçin ba Mele Silêman. Derdê xwe ji Mele Silêman re dibêjin. Mele Silêman dibêje; emê didanên gurî hemuyan bikşînî û emê we berdin meydanê. Qıloçên biznê jî tîj dikin û wan berdidin meydanê Bizin boçekî zikê gurî dide. Dema boçekî zikê Gurî dide Xezalok û Delalok ji zikê Gurî derdikeve. Diya wan dibêje hun çubun kudê?Xezalok û Delalok dibêjin em çubun mala mamê xwe kefçikê qutu qutu nîsk dixwariya.



ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ